Hijmarek rayedarên HDP û DBPê hatin girtin

bi tawana endam bûn di tevgereke terorîstî de hatine zîndanîkirin
کوردستان TV
100%

Hijmarek ji rayedarên HDP û DBPê ku di roja pêncşema derbazbûyî di operasiyonekê de li Amedê hatibûn binçavkirin, îro bo girtîgehê hatin şandin.

Li gor zaniyariyên berdest, 12 rayedarên HDP û DBP piştî wergirtina îfadeyên wan ji aliyê polîs ve, bo dadgehê hatine şandin û bi tawana endam bûn di tevgereke terorî de û piştgîrî kirina terorê hatine zîndanîkirin.

Di nava girtiyan de her du Hevserokên berê yê DBPê û çend parlementerên berê yên HDPê jî hene.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.