Şêniyên Rojava cejnê bi serdana goristanên şehîdan pîroz dikin

qedexeya hatûçû di roja cejnê de tuneye
کوردستان TV
100%

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên sibê de, bi boneya cejna Remezanê, serdana goristanên  cangoriyên azadiyê kirin.

Di saetên berbangê de, gel berê xwe dane  mizgeftan û nimêja cejnê kirin. Di xetbeya cejnê de, şêxên mizgeftan, li ser hevgirtina civakî ji bo parastina herêmê û parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin teqez kirin.

Bi dawîkirina nimêja cejnê re, gel yekser berê xwe dane goristanên cangoriyên azadiyê. Li goristanê, gel ji aliyê şervan û fermandarên QSD û meclisên malbatên şehîdan  ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir û gul li ser gorên şehîdan danîn û fatihe xwendin. Her wiha şiranî jî li hev du belav kirin

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.