Îsal cejna Remezanê gelek cuda bû ji cejnên salên derbazbûyî û xelk di malên xwe de cejn kir.
Jiber belav bûna Koronayê li seraserê cîhanê, li welatên îslamî cejn bi coşa salên derbazbûyî nehate pîrozkirin û mizgeft vala bûn û xelk di malên xwe de cejna xwe û nijmêja cejnê kir.
Li Kurdistanê jî di çarçoveya şîretên tendirostî de bo xwe parastin ji Koronayê, xelk bo nimêja cejnê serdana mizgeftan nekir, herwiha xelk hatûçû nekir û her kes bi rêya medyaya sosiyal û telefûnan cejn li kesûkar û dostên xwe pîroz kir.
Weke tê zanîn hikûmeta Kurdistanê bo rojên cejnê jiber hebûna Koronayê qedexeya hatûçû ragihandibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin