Îro dîsa balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê çiyayê Kore Jaro bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê nîvroyê balefirên Tirkiyeyê çiyayê Kore Jaro ya li nahiyeya Şêladizê û geliya Reşave jiber hebûna gerîlayên pkkê bordiman kirin.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de zaniyarî nehatine belavkirin.
Herwiha îro balefirên Tirkiyeyê derdorê gundê Bakûrman ya ser bi Akrê jî bordiman kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin