Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo bi rêya telefûnê axefîne û behsa çend mijaran kirine.
Di daxuyaniya han de hetiye eşkere kirin ku Kazimî û Pempeo behsa qirîza darayî ya Îraqê û hemahengiya ewlekarî, siyasî û darayî di navbera Îraq û Amerîkayê de kirine.
Her du alî herwiha behsa danûstandinên heyî yên derbarê rêkeftina steratejîk ya di navbera Amerîka û Îraqê de kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin