Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gor çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê hêzeke leşkerî ya din derbasî Serê Kaniyê kir.
Li gor zanyariyan, Tirkiyê 30 otombîlên leşkerî ku kelûpelên locistîk li xwe digirt, bi rêya deriyê Idwaniye li rojavayê Serê Kaniyê derbasî nava wî bajarî kir.
Tirkiyê di hewla guhertina demografyaya navçeyê û veguhastina malbatên çekdaran de berdewam e
Weke tê zanîn rejîma Tirkiyeyê li gel cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê, li ser hewldanên xwe yên bo guhertina demografiya deverên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê berdewamin û bo vê yekê jî li gel veguhastina malbetên cîhadiyan bo deverê, hevdem zorê li şêniyên Kurd yên wan deveran dikin daku malên xwe bicîh bihêlin û ji deverê derkevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin