Du berpirsên din yên DIŞIê hatin kuştin

operasiyon di 17ê mehê de hatiye lidarxistin
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê di daxuyaniyekê de ragihand ku, bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de li Dêrezorê 2 berpirsên terorîstên DIŞIê hatine kuştin ku yek ji wan Emîrê terorîstan bûye.

Li gor daxuyaniyê di operasyona ku bi hevkariya şervanên HSDê roja 17ê vê mehê hatiye encamdan, 2 berpirsên DIŞIê yên bi navên Ehmed Îsa Îsmaîl Îbrahîm Elzawî û Ehmed Ebd Mihemed Hesen Elcuxeyfî hatine kuştin.

Her li gor daxuyaniya Hevpeymaniyê, Ehmed Îsa Îsmaîl Îbrahîm Elzawî ku bi navê Elî Bexdadî nasnav bû, waliyê bakurê Bexdayê bû û nexşe bo serkirdeyên din ên DIŞIê dikêşa da ku karên terorîstî li bakurê Bexdayê encam bidin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Ehmed Ebd Mihemed Hesen Elcuxeyfî ku weke Ebu Emmar nasnav bû, berpirsê lojîstîkî yê DIŞIê bûye ji bo dabînkirin û hinardekirina çek û teqemiyan li Iraq û Sûriyê

N: E. G

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.