Hijmarek berpirs û endamên HDPê hatin girtin

herî kêm 20 kes hatine girtin
کوردستان TV
100%

Di operasyonekê de rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Hevseroka DBPê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Îro roja înê 22.05.2020an di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser malên aktîvîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA), reveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedaran de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Operasyon berdestî sibehê pêk hatiye.

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Avakar a Komela Rosa Ayla Akat Ata, Endama Avakar a Komela Rosa Narîn Gezgor (Li Rihayê), aktîvîsta TJAyê Gulcîhan Şîmşek heta niha hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku Gezgor a li Rihayê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê dê bînin Amedê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDPê Ozlem Gunduz, siyasetmedar Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn jî di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.