Çîn: Ger Amerîka jiber Korona toleyan ragihîne emê bersîvên tund bidin

nakokiyên navbera Amerîka û Çînê piştî Koronayê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

AFP’ê diyar kir ku ger Amerîka jiber şewba vîrusa korona dijî Çînê toleyan ragihîne, ew welat jî dê bersîvê bide.

Li gor nûçeya AFP’ê, Berdevikê Parlamana Çînê Zhang Yesui gotiye ku ger Amerîka jiber vîrusa korona dijî wan toleyan ragihîne ewê bi tundî bersîvê bidin.

Zhang Yesui dibêje ku divê Amerîka jiber kêşeyên xwe welatên din tawanbar neke.

Komarîyên Civata Senatoran ya Amerîka hefteya borî ser toleyên dijî Çînê bernivîsek hazir kiribûn.

Bi bernivîsê ji Donald Trump tê xwestin ku li ser Çînê jiber belavbûna vîrusa korona zextê çêke û ger ew agahîyên zelal nede dijî wê toleyan ragihîne.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê nîşan didin ku vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 93,000 û li Çînê jî bi qasî 5000 kes kuştine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.