Li Kobanê genimên xelkê şewitîn

jiber topbarana Tirkiyeyê agir di erdên deverê ketiye
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest îro danê sibê jiber topbaran kirina gundewarên derdorê Kobanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, genimên cotkarên Kurd li deverê şewitîne.

Jêderên ji Kobanê behsa vê yekê dikin ku îro danê sibê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve bi tundî gundewarên derdorê Kobanê topbaran kirine û di encama topbarana han de ji bilî ku agir bi erdên çandiniyê yên cotkarên deverê ketiye û genim û berhemên wan şewitîne, hevdem zirarên madî yên mezin jî bi çend xaniyên gundiyan ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.