Serokwezîr li gel civata bilind ya Hêlbirêneran civiya

vê qanûneke nû were pejrandin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya civîna civata bilind ya Hêlbirênerên Kurdistanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 20/5/2020 me gerînendetiya civîna civata bilind ya Hêlbirêneran ya li herêma Kurdistanê de kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya li herêma Kurdistanê û geşe pêdana prosesa hêlbirînê li herêma Kurdistanê de kir.

Di civînê de me balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê kar dike daku bingeheke bihêz bo herêma Kurdistanê çê bike û çavkaniyên dahatê jî zêdetir û pir rengtir bike û giringiyeke zêdetir ji bi kertên çandiniyê, pêşesazî û torîzimê were dayîn.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa bernivîsa qanûna nû ya hêlbirînê hate kirin ku biryare di demeke nêz de bi mebesta pejrandinê radestî civata wezîran were kirin. Herwiha tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime hêlbirîn li herêma Kurdistanê li ser esasê pêdiviyên herêma Kurdistanê û berejwendiyên gişte be.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.