Li gor zaniyariyên berdest, duhê sêşem li bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê pevçûneke leşkerî qewmiye.
Ajansa kurdpa belav kir ku spaha pasdaran ya Îranê ragihandiye ku duhê sêşem li bajarê Merîwanê şer û pevçûn di navbera komeke çakdar yên ser bi partiyeke Kurdî û endamên spaha pasdaran de qewmiye.
Li gor çavkaniyê di pevçûna han de du çekdar canê xwe ji dest dane û 4 çekdarên din jî birîndar bûne.
Heta niha part û aliyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
Piştî pevçûnê spaha pasdaran dest bi topbaran kirina deverê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin