Îro danê nîvroyê li Hewlêrê agir bi du enbaran ket û şewitîn.
Li gor daxuyaniya hêzên hawar hatinê yên li Hewlêrê îro derdorê seat 11 û 20 deqîqeyan agir bi du enbaran li taxê Kesnezan ya Hewlêrê ketiye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku agir di destpêkê de bi enbareke kaxexan ketiye û pişt re jî ketiye nava enbareke amûrên karebayî.
Hêzên hawar hatinê niha hewl bo wemirandina agirê didin.
Ti zirarên canî yên bûyerê nebûne lêbelê zirarên madî yên gelek zêde bi wan du enbaran ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin