Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku di çarçoveya cerbaninên nûjdarî de yên bo diyar kirina kesên ku bi Koronayê ketine, derketiye ku li Hewlêrê 7 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî 3 ji wan dayik û du keçên xwene ku endamên malbeta ev welatî ne ku duhê li taxa qeteweya Hewlêrê bi Koronayê ketibû.
Di berdewamiya daxuyaniya wezaretê de behsa vêyekê hatiye kirin ku 4 welatiyên din jî şêniyên taxên Seydawa, Şaweyis û Bineslawan û berketiyên wan kesanin ku beriya niha bi Koronayê ketine.
weke tê zanîn duhê jî li Hewlêrê welatiyeke din bi Koronayê ketibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin