Mistefa Kazimî: Xezêneya dewletê valaye

dibêje dixwazên îraq bikin qada şerên xwe
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî eşkere kir ku di demekê de bûye Serokwezîrê Îraqê ku xezêneya dewletê ti pere tê de nîne û valaye.

Kazimî herwiha eşkere kiriye ku tenê kêşe ne nebûna pereyane belku serweriya Îraqê jî rastî kêşeyên mezin hatiye û çek ne di destê dewletê deye.

Kazimî aniye ziman ku niha kêşeya ewlekariya Îraqê heye, hinek welat û hêz dixwazên welatê me bikin qada şerê berejwendiyên xwe.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku qirîzên curbicur di nava dezgehên dewlet û hikûmetê de hene û ev qirîzên han rê nadin ku hikûmet bikarêbe xizmetgozariyên baş pêşkêşî welatiyan bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.