Navçeya Kesik ya Bexdayê hate topbaran kirin

mûşek ji navenda çekdarên Îranî hatine avêtin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îraqê duhê bi şev bi mûşekên ji têşeya Katûşiya, navçeya Kesik (suz) ya Bexdayê hatiye topbarankirin.

Li gor jêderan, di encama topbarana han de du mûşek ber navçeya kesik ketine ku yek ji wan ketiye nava xaniyeke vala.

Hate zanîn ku ti zirarên canî yê êrîşa han nebûne.

Rayedarên Îraqî behsa vê yekê dikin ku mûşek ji kolana Felestîn ya li Rojhilatê Bexdayê ku navenda çekdarên ser bi Îranê ye, hatine avêtin.

Weke tê zanîn çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê hertim bi mûşekan êrîşî ser navçeya Kesik ya Bexdayê yaku navenda nuneratî, balyoz û konsulusxaneyên welatên biyanî tê dene dikin.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.