Li Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê ketin

niha tenê 26 kes di bin çavdêriya nûjdarî dene
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku di nava 24 seatan de li Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî heta niha bi giştî 11 hezar û 48 welatî yên ku ji derve vegeriyane anjî bi Koronayê ketine hatine qerentînekirin û niha li qerentîneyê de hezar û 185 welatî di qerentîneyê de mane ku 509 li Hewlêr, 159 li Silêmanî, 516 li Dihuk, 1 li Raperînê û 9 hezar û 863 kes ji qerentîneyê derketine.

Herwiha hatiye zanîn ku di nava 24 seatên derbazbûyî de bi giştî 988 cerbandinên taybet bi Koronayê hatine kirin ku ji wan 459 li Hewlêr, 304 li Silêmanî, 211 li Dihuk û 14 li Soranê pêk hatine.

Di encama wan cerbandinan de derketiye ku li Silêmanî 10 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 414 kes bi Koronayê ketine, 5 welatî canê xwe ji dest dane, 383 kes baş bûne û niha tenê 26 kes di bin çavdêriya nûjdarî dene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.