Îro Serok Barzanî jiber koça dawî ya Serokê eşîra Koçer Mîran peyameke sersaxî belav kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin
Malbeta birêz Îbrahîm Nayêf Paşa
Mixabin nûçeya koça dawî ya Serokê eşîra Koçer Mîran, Îbrahîm Nayêf Paşa gehêşte me, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta we, tevahiya xizim û dostên we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim.
Daxwaz ji xwedê mezin dikin ku giyanê kak Îbrahîm bixe ber rehma xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin