Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel nunerên pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê civiya.
Di civînê de nunerên pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê ku di nava hikûmetê de pîwerdarin, nêrîn û ramanên xwe derbarê rewşa Kurdistan û pêşhatên li deverê de bo Serokê herêma Kurdistanê diyar kirin û tekez li ser parastina nuneratî û şayisteyên xwe di nava dezgehên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê de kirin.
Nunerên han herwiha spasiya Serokatiya herêma Kurdistanê kirin ku weke sîbanekê ye bo parastin û kom kirina pêkhateyên olî û etnîkî û herwiha parastina çanda hevûdu qebûkirin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane.
Herwiha daxwaza parastina maf û şayisteyên wan di nava destûra nû ya herêma Kurdistanê de kirin û anîn ziman ku cudatiya olî û etnîkî li Kurdistanê de zengînî û bedewiya Kurdistanê ye lewre lazime were parastin.
Ji aliyê xwe ve jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa vê yekê kir ku pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê beşeke serekî û neveqetandîne ji civaka Kurdistanê û tevahiya mafên wan yên olî û etnîkî parastîne vê parastî jî bin. Nêçîrvan Barzanî balkêşande ser vê yekê ku tevahiya mafên pêkhateyên olî û etnîkî vê di destûra herêmê de werin bicîhkirin û parastin.
Barzanî balkêşande ser vê yekê ku Kurdistanê niha di nava rewşekê deye ku gelek pêdiviya xwe bi aramiya siyasî û yekdengî di nava tevahiya pêkhateyan de heye û daxwaz kir daku tevahiya aliyan hevkariya hikûmet û dezgehên fermî bikin û bihevre kar bikin bo derbazkirina vê rewşa han ya dijwar.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin