Nêçîrvan Barzanî li gel Emîndarê prjoeya nîştimaniya Îraqê kir

behsa êrîşên DIŞIê jî kirin
کوردستان TV
100%

Îro yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê projeya nîştimanî ya Îraqê Şêx Cemal Elzarî kir.

Di civînê de her du alî behsa rewşa niha ya Îraqê, rewşa abûrî û hewldanên ava kirina kabîneya nû ya Îraqê kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa ewlekarî ya Îraqê û zêdetir bûna êrîşên terorîstên DIŞIê li deverên curbicur yên Îraqê û deverên Kurdistanî yên dagîrkirî de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Emîndarê giştî yê projeya nîştimaniya Îraqê, siyaset û nêrînên vê projeyê derbarê rewşa Îraq û pêşhatên deverê bo Serokê herêma Kurdistanê şîrove kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.