Li gor zaniyariyên berdest di rojên derbazbûyî de 9 welatiyên din yên Kurd li Efrînê hatine refandin.
Di vê derbarê de nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku di rojên derbazbûyî de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên koma Sultan Murad 8 xort û keçeke Kurd li Efrînê revandine.
Li gor daxuyaniha navendê, temena wan welatiyên Kurd di navbera 20 heta 40 salane û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Beriya niha jî rojane artêşaTirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê welatiyên Kurd direfandin û bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin