DIŞIê dîsa agir bi genimên Kurdan berda

bi awayekî rojane genimên Cotkarên Kurd tên şewitandin
کوردستان TV
100%

Îro yekşem terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçoqê ya li nêzî Mexmûrê agir bi genimên Cotkarên Kurd berdan.

Terorîstên DIŞIê vê carê agir bi genimên Cotkarên Kurd li gundê Azîkend ya di navbera Mexmûr û Qereçê de ber daye û di encama agir berdanê de beşeke zêde ji genimên Cotkarên Kurd yên li vê deverê şewitîne.

Weke tê zanîn di dema destpê kirina dûrîna berhemên genima Cotkarên Kurd de heta niha terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî agir bi genimên Cotkarên Kurd ber didin û dişewitînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.