Li Îranê 51 kesên din canê xwe ji dest dan

zêdetir ji 6 hezar kesan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Belav bûna Koronayê li Îranê didome û di nava 24 seatan de 51 kesên din canê xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta tendirostî ya Îranê Kiyanûş Cîhangîrî ragihand ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Îranê 1806 welatî bi Koronayê ketine û di nava heman 24 seatan de bi giştî 51 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Cîhangîrî diyar kir ku heta niha bi giştî 6 hezar û 988 kes li Îranê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 120 hezar û 198 kes jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.