Hêzên îtlaata Îranê li bajarê Merîwanê dest bi operasiyoneke nû kirin.
Li gor zaniyariyên berdest hêzên îtlaata îranê li bajarê Merîwanê ev çend roje dest bi operasiyoneke nû kirine.
Li gor nûçeyeke ajansa kurdpa, hêzên îtlaatê kesûkarên wan kesên ku endamên partiyên Kurdî ne, dibin navenda serekî ya îtlaatê ya li Merîwanê û lêpirsînê ji wan dikin.
Herwiha hate zanîn ku îtlaata daxwaza zaniyariyên taybetî ji malbet û kesûkarên endamên partiyên Kurdî dike û ji wan daxwaz keç û xortên xwe ji refên partiyên Kurdî veqetînin û vegerînên.
Her di çarçoveya vê operasiyona han de piraniya kesûkarên endamên partiyên Kurdî li Merîwanê hatine neçarkirin ku forma taybetî ya zaniyariyên tekekesî ya îtaalatê têje bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin