Hikûmeta Îraqê pêngavên Kurdistanê yên li hember Koronayê bi giring û serkeftî wesif dike.
Wezîrê tendirostî yê Îraqê Hesen Temîmî derbarê rûbirû bûna Koronayê de ragihand ku hikûmeta Kurdistanê rixmî derfet û karînên xwe yên kêm, lê di şerê rûbirû bûna Koronayê de yekem welatê serkeftiye, di demekê de ku li Îraq û Başûrê Îraqê rojbiroj hijmara pêketiyan zêdetir dibe, li Kurdistanê de Korona nemaye û ev yek jî nîşaneya serkeftî bûna siyast û pilanên hikûmeta Kurdistanê ye bo rûbirû bûna Koronayê.
Temîmî eşkere kiriye ku lazime bo rûbirû bûna Koronayê hikûemta Kurdistanê hevkarî û hemahengî li gel hikûmeta Bexdayê bike daku Bexda fêde ji ezmûna Kurdistanê bo rûbirû bûna Koronayê wer bigire.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin