Li Rûsyeyê di nava 24 seatan de 9 hezar kes bi Koronayê ketine

di nava rojekê de 119 kes mirine
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Rûsyeyê belav bûna Koronayê ya bilez li vê welatî berdewame.

Çapemeniya Rûsyeyê li zer zarê rayedarên tendirostî yên Rûsî belav kiriye ku di nava 24 seatan de bi giştî 9 hezar û 200 welatî li seraserê Rûsyeyê bi Koronayê ketine.

Rayedarên tendirostî yên Rûsî eşkere kirine ku di 24 seatên pêştir de jî bi giştî 10 hezar û 598 kesên din bi Koronayê ketine.

Ev mezintirîn hijmare ku ji derketina Koronayê heta niha di nava 24 seatan de hatiye tomarkirin.

Niha li Rûsyeyê bi giştî 272 hezar û 43 kes bi Koronayê ketine û di roja dawî de 119 welatiyên din jiber Koronayê mirine û bi vê rengî hijmara miriyan li vê welatî jî bûye 2 hezar û 537 kes.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.