Hejmara pêketîyan vîrusa korona 4,500,000 derbaz kir

Amerîka û Rûsye rastî zêdetirîn zirarên canî hatine
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4,516,360 bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wir pirtir ji 1,400,000 pêketîyên vîrusa korona hene.

Li dû Amerîka, bi 262,000 pêketîyên vîrusa korona Rûsya, li dû wê jî bi 238,000 pêketîyan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 84,031 pêketîyên vîrusa korona hene.

Jiber vîrusa li seranserê cîhanê 306,051 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Li Amerîka 86,851, li Brîtanya 34,078 û li Îtalya jî 31,610 kes bi vîrusa korona mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.