Di du êrîşên cuda de 4 çekdarên heşda şebî hatine kuştin
Di encama du êrîşên cuda yên terorîstên DIŞIê de, li Bexda û sînorên parêzgeha Diyalayê herî kêm 4 çekdarên heşda şebî û keseke medenî hatine kuştin.
Jêderên nêzî heşda şebî eşkere kirine ku di êrîşa ku li parêzgeha Diyalayê pêk hatiye herî kêm 4 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û di êrîşa ku li navçeya Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê de pêk hatiye welatiyek hatiye refandin û pişt re jî termê vî hatiye dîtin û derketiye ku ev welatiyê han ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatiye refandin û kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin