Koliyan başûrê Îranê dagîr kiriye

Îraq jî ditirse ku kolî derbazî Îraqê jî bibin
کوردستان TV
100%

Rayedarên Îranî behsa vê yekê dikin ku ev demeke pileke gelek zêde ya koliyan li başûrê Îranê belav bûye û dever dagîr kiriye.

Li gor daxuyaniya berpirsên Îranî ev pila han ya koliyan zirarên gelek mezin gehandiye berhemên çandiniyê yên deverê û jiyana xelkê jî dijwar kiriye.

Li gor çapemeniya Îranê tê payîn ku koliyên han vê bi qasî 7 miliyar dolar zirarê bidin berhemên çandiniyê yên li deverê û ev kêşeyeke ku heta niha Îran rastî kêşeyeke wisa nehatiye. Ev koliyên han li 31 navçeyên başûrê Îranê êrîşî ser zêdetir ji 200 hezar hektar erdên çandiniyê kirine.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îraqê jî ji vê yekê ditirsin ku ev pila han ya koliyan derbazî Îraqê jî bibe û zirarên bide Îraqê jî.

N: E. G

 

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.