Hîn jî metirsiya Koronayê maye

dibêje dema vaksîn hate dîtin vê demê dikarin bêjin Korona hatiye kontrolkirin
کوردستان TV
100%

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê dibêje hîn jî metirsiya Koronayê bi dawî nehatiye.

Wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku em hemû bi hevre karî Kurdistan di şerê rûbirû bûna Koronayê de bigehînên cîheke aram lê hîn jî metirsiya Koronayê bi dawî nehatiye lewre lazime tevahiya aliyan pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî bin.

Ehmed eşkere kir ku jiber rewşa welatiyan em neçar bûn hînek asankarî di tedbîr û şîretan de bikin lê ev ne bi vê wateyê ye ku metirsiya Koronayê bi dawî hatiye.

Nav hatî eşkere kir ku raste di warê darayî de hikûmet gelek zirar kir lê hikûmet giringî bi can û selametiya welatiyan da û bilez tedbîrên pêwîst stend.

Ehmed di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku em nikarin bêjin Korona hatiye kotrolkirin her dema ku vaksîn jê re hate dîtin vê demê dikarin bêjin Korona hatiye kontrolkirin.

Ji aliyeke din ve duhê li Silêmanî welatiyeke din bi Koronayê ket û îro jî du berketiyên din yên Koronayê ji Koronayê rizgarbûn û vegeriyan malên xwe.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.