Naveroka civîna civata wezîran ya Kurdistanê

vê çend proje qanûnên nû werin amadekirin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand:

Îro çarşem 13/5/2020 me gerînendetiya civata wezîran kir û bi navê civata wezîran, jiber ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê me pîrozbayî li hikûmeta Îraqê kir û hêviya çareser kirina kêşeyên helpisardî yên di navbera her du aliyan de di çarçoveya destûra bingehîn û berejwendiyên giştî de xwest.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo li ser rewşa darayî ya niha ya hiûmetê kir û diyar kir ku herêma Kurdistanê jiber dabezîna berçav ya buhayê petrolê û derketina Koronayê û bandorên vê yên li ser abûriyê, weke piraniya welatên cîhanê rastî rewşeke dijwar ya abûrî hatiye, lewre lezime xwe li gel rewşa han û derfetên kêm yên darayî yên li berdest bigoncênin û abûriya xwe li gor guhertinên heyî jî nû ve sazmandehî bikin û berdewam bin li ser cîhbicîh kirina qanûna reforman.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe û li gor karînên xwe tişta ku jê were bo dabîn kirina mûçeya moçexoran bi tevger dike lê desthilatdarî tenê ne dabeş kirina mûçeye belku lazime hewl were dayîn daku xizmetgozariyên giştî, projeyên avedan kirina jêrxana abûriya welat jî werin cîhbicîhkirin û ev yek jî pêdiviya xwe bi sazmandehiya rewşa abûriyê heye.

Di beşeke din ya civînê de Cîgirê Serokwezîr behsa encamên serdana şanda hikûmeta herêmê bo Bexdayê û giftûgoyên li gel rayedarên hikûmeta federal kir û tekez li ser domandina danûstandinan li gel hikûmeta federal hate kirin bo çareser kirina pirsa petrol, mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê.

Herwiha giftûgo derbarê pêşnivîsa çend proje qanûnan hate kirin ku taybetin bi firotin û bi kêrê dana malên dewletê li herêma Kurdistanê, proje qanûna hêlbirînê li herêma Kurdistanê, proje qanûna maf û erkên nexweş, di vê çarçoveyê de wezaretên têkildar hatin pîwerdarkirin daku nirxandina bo pêşnivîsa dawî ya wan proje qanûnan bikin daku bo biryar dan li ser wan bo parlementoyê werin şandin.

Di dawiya civînê de tekez li ser rêz girtin ji pir rengî û mafên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî li herêmê kir û hate diyarkirin ku herêm bi pir rengî û hebûna wan pêkhateyan ciwane û mafên tevahiya wan jî bêyî ti cudatî parastî dibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.