Serokê Herêma Kurdistanê û Konsuluê Amerîka rewşa herêm û Iraqê nirxandin

behsa hewldanên çareser kirina kêşeyan kirin
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî nîvroya îro çarşem 13/05/2020 li Hewlêrê di hevdîtinekê li gel Konsulusê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Steven Fagin civiya.

Di civînê de ji bilî dûpat kirina piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî, hevdem giftûgo li ser pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û aboriya li Iraq û Herêma Kurdistanê û erk û gefên li ber hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha pirsa diyaloga stratejîk ya Amerîkî – Iraqî û amadehî û rola Herêma Kurdistanê di wan diyalogan da hate kirin.

Her du alî di berdewamiya civînê de tekez li ser hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra bingehîn de kirin.

Pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê, beşekê dinê vê hevdîtinê bû ku têda Konsolê Amerîka destxweşiyê li hewl û rêkarên serkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna şewba Koronayê kir û hevkarî û piştgîriya Amerîka ya li vî derbarî de li gel Herêma Kurdistanê dûpat kirin.

Di hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorê û tevger û metirsiyên DIŞIê û li rûbirûbûna terorê da pêwîstî û girîngiya berdewam ya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha behsa rewşa Sûriye kirin û birêz Konsolê Giştî yê Amerîka spasî hewlên birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê da kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.