Medya Çînî: Hemî kesên li Wuhanê dê testên vîrusa Korona bikin

li wuhanê dîsa çend kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Medya Çînî ragihand ku temamê kesên li Wuhan ya Hubei dijîn dê testên vîrusa korona bikin.

Li gor nûçeyên medya Çînî, li 13 bajarokên Wuhanê 11,000,000 kes dijîn û testên wan dê heta 10 rojan hazir bin.

Di nûçeyan de ser dema temambûna testan ti agahî nehat dayîn.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhanê hatibû tespît kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Wuhan bi qasî du mehan ketibû karantînayê û tedbîrên li wir ji 11’ê Adarê pê ve qonax bi qonax sist bûbûn.

Di rojên dawî de li Wuhanê 6 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatin tespît kirin û vê yekê bo karbidestên saxlemîyê fikar çêkirin.

Li Wuhanê heta niha 3,869 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.