Li Hewlêrê du kesan canê xwe ji dest dan

ajovan ji aliyê babê xwe ve radestî polîs hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Tirimbîlek xwe bi wan de daye û ev her du kes parçe kiriye.

Duhê bi şev li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê tirimbîlek jiber bilez ajotinê, xwe bi du kesên ku piya xwestine derbaz bin kêşaye.

Di vê derbarê de Peyvdarê polîsê hatûçû ya Hewlêrê Fazil Hecî ragihand ku duhê bi şev derdorê seat 12ê şev, tirimbîlek ku ajovanê ciwanek bûye û têde çend ciwanên din hebûne, bi lezek derdorê 200km di seatekê de xwe bi du kes ku xwestine piya ji cadeyê derbaz bibin daye û di encama de ev her du kesên piya parçe parçe bûne û canê xwe ji dest dane.

Hecî eşkere kir ku piştî vê bûyer, tirimbîl ranewestiyaye û xwestiye birevê lê dîsa xwe bi sê tirimbîlên din de daye û zirarên mezin yên madî jî gehandiye wan tirimbîlan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.