Li Gundekî Wanê 101 kes, ji ber danîna şîna miriyekî bi vîrusa korona ketin.
Parêzgariya Wanê daxuyakirin, li gundê Siyavanê yê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber danîna merasîma serxweşiyê, hejmara kesên ku bi koronayê ketine gihiştiye 101 kesan.
Parêzgariyê Wanê da zanîn, ji ber bûyerê muxtarê gund Mehmet Nûrî Yonten ji kar hatiye dûrxistin û lêkolîn, test û kontrol berdewam dikin.
Parêzgarê Wanê daxuyakirin, li tevahiya Wanê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona gihiştiye 390 kesan û heta niha 8 kesan jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin