Hijmara miriyan li Franseyê zêdetir dibe

heta niha nêzî 30 hezar kes mirine
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Franseyê hikûmet tedbîrên xwe parastinê yên li hember Koronayê hêdî hêdî sist dike lê rojbiroj hijmara kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin zêdetir dibe.

Çapemeniya Franseyê li ser zarê rayedarên tendirostî yên vê welatî belav kir ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 263 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn canê xwe ji dest dane.

Franse roja 11ê Gulanê eşkere kiribû ku hêdî hêdî tedbîrên xwe parêziyê sist dike.

Heta niha li Franseyê bi giştî 177 hezar kes bi Koronayê ketine û 26 hezar û 646 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.