Li Îraqê 6 polîs birîndar bûn

xwepîşandan li 5 bajarên Îraqê didomin
کوردستان TV
100%

Rayedarekî Îraqî dibêje di xwepîşandanên duhê yên li Bexdayê de 6 polîs birîndar bûne.

Duhê li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê xwepîşandan li dijî aliyên siyasî û hikûmetê dubare destpê kirin û hêzên ewlekarî jî êrîşî ser xwepîşanderan kirin.

Li ser vê mijarê Fermandariya operasiyonên Bexdayê li ser zarê rayedarekî polîs belav kir ku duhê di xwepîşandanên li nêzî pira Komarî ya li Bexdayê de xwepîşander û polîs pevçûne û di encama pevçûnê de herî kêm 6 polîs birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji xwepîşanderan hatiye kirin ku aştiyane xwepîşandan bikin û rê nedin kesên ku dixwazên rewşê aloz bikin bikevin nava refên wan.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.