Amerîka bo Îran: Balefirek bişînin

Îran dibêje emê li ser mijarê danûstandinan dikin
کوردستان TV
100%

Rayedareke Amerîkî ya ser bi ewlekariya netewî ya Amerîkayê ragihand ku 11 welatiyên Îranî niha li Amerîkayê girtîne û xetab bi rayedarên Îranê got: 11 welatiyên Îranî bi awayeke derqanûnî li Amerîkayê ne û ev demêke em dixwazin wan bişînin Îranê, hun jî ji nîşkave dibêjin em wan 11 welatiyan dixwazin, ku wisaye çima balefirek naşînên daku em wan bihevre bişînin Îranê?

Ev rayedarê Amerîkî behsa mijara lihev veguhertina dîlan di navbera Îran û Amerîkayê de nekiriye.

Li rayedarên Îranî behsa vê yekê dikin ku ev demêke li gel Amerîkayê li ser mijara lihev veguhertina dîlan danûstandinan dikin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.