Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan

tekez li ser domandina hewlên heyî yên bo vegerandina aramiyê bo Îraqê kirine
کوردستان TV
100%

Îro li bajarê Silêmanî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê Berhem Salih civiya.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê behsa çend mijar û babetên giring yên di rojevê de kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser domandina hewldanên heyî yên bo çareser kirina tevahiya kêşeyan û vegerandina aramiyê kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û helwesên aliyên siyasî yên Îraqê yên li hember hikûmeta nû hatiye kirin û her du alî tekez li ser dabîn kirina jiyaneke bextewer bo tevahiya Îraqê kirine.

Herwiha behsa danûstandinên navbera Hewlêr û Bexda yên li dor çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatiye kirin.

N: E. G

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.