Serok Barzanî bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina navenda çandî û rewşenbîrî ya Laleşê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê
Serok û endamên birêz yên navenda Laleşê
Bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina navenda Laleşê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, karmend û endamên vê navenda han û tevahiya xuşik û birayên êzidî dikim.
Spasiya hevldanên we dikim yên bo xizmet kirin û pêşde birina çanda êzidiyan û destê we xweş be.
Erkeke pîroz li stuyê weye bo xizmet kirina xuşik û birayên êzidî û liwir piştgîriya xwe bo kar û çalakiyên we diyar dikim û hêviya aramî, asûdeyî û çê bûna birînan bo xuşik û birayên êzidî û herwiha hêviya sekeftinê bo we dixwazim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin