Medya Amerîkî: Mike Pence ket qarantînayê

şiwêrmenda vî bi Koronayê ketiye
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jiber ku testa vîrusa korona ya şêwirmenda wî Katie Miller erênî derket, ket qarantînayê.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Pence roja yekşemê beşdarî civîna Serok Donald Trump û payabilindên artêşê nebûye.

Pence roja yekşemê testa vîrusa korona kir, lê tevî ku ew test neyênî derket jî wî xwe xist qarantînayê.

Wî rêvebiriya tîma bo têkoşîna dijî vîrusa korona dikir.

Hefteya borî yek ji leşkerên artêşê yên li Qesira Sipî jî bi vîrûsa korona ketibû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,330,000 kes bi vîrusa korona ketine 79,495 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.