Îran bo xwe li keştiya cengî ya xwe da kuştî hene

jêderên çapemeniyê behsa mirina bi dehan leşkerên îranê dikin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê belav kir ku duhê di dema tetbîqateke leşkerî ya hêzên deryayî yên Îranê de, keştiyeke cengî ya Îranê ji aliyê hêzên Îranî ve hatiye topbarankirin.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku tetbîqat duhê li deryaya Omanê destpê kiribû û di destpêka tetbîqatê de, keştiyeke cengî ya Îranê ji aliyê hêzên din yên Îranê ve bi şaştî hatiye topbarankirin û di encama de leşkereke Îranî canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve jêderên din yên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku di encama topbaran kirina keştiya han de hijmareke gelek zêde leşkerên Îranî hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.