Muqteda Sedir 100 roj dem dide Kazimî

Sedir li hember serokwezîrê berê jî heman tişt kiribû
کوردستان TV
100%

Piştî destbikar bûna Mistefa Kazimî weke Serokwezîrê Îraqê, duhê bi şev Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir yê ku li parlementoya Îraqê xudan hijmareke zêde korsiye, huşdarî da Mistefa Kazimî.

Sedir ji Kazimî re eşkere kiriye ku emê 100 roj dem bidin te bo ku bernameya ku te pêşkêşî parlementoyê kiriye bicîh bênî.

Sedir herwiha diyar kiriye ku ez bawerim Kazimî cidiye û hez ji welatê xwe dike.

Weke tê zanîn di dema hilbijartina Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî de jî Sedir 100 roj dem dabû û pişt re jî bi fermana Sedir xwepîşandan li Îraqê dest pêkirin û hijmareke zêde welatî jî hatin kuştin û piştî demekê Sedir li Xwepîşanderan vegeriya û hêzên xwe yên çekdar şande ser Xwepîşanderan bi taybetî li Besre, Bexda û çend deverên din û çekdarên ser bi Sedir jî hijmareke zêde xwepîşander kuştin.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.