Dewleta Tirk bi darê zorê zarokekî Efrînî şande Lîbyayê

cîhadî ciwanên Kurd digirin radestî artêşa Tirkiyeyê dikin û Tirkiye jî wan dişîne Lîbyayê
کوردستان TV
100%

Çeteyên Ketîbeya Sermqend a girêdayî artêşa Tirk a dagirker zarokekî ji kantona Efrînê neçar kir ku biçe Lîbyayê da ku di nava komên destekê ji Tirkiyê digrin, şer bike.

Li gorî raporên çapemenî ku dewleta Tirk a dagirker herî kêm 7 hezar kes ji Sûriyê şandine Lîbyayê da ku destekê bidin komên çekdar ên girêdayî rêxitina Ixwan El-Muslimîn.

Vê carê dewleta Tirk a dagirker zarokan neçar dike ku biçin Lîbyayê.

Li Lîbyayê artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Hefter û hêzên El-Wîfaq ên Fayiz El-Serac ku Enqere destekê dide wan, şerê hev dikin dikin.

Beriya mehekê çeteyên ketîbeya Semerqend bi serkêşiya Ebû Cîhad zarokê bi navê Ebdo Şêxo (15) ji gundê Rûta yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê, revand.

Piştî mehekê ji êşkencekirinê, çeteyan gef li zarok xwar ku eger neçe Lîbyayê wê wî bikujin.

Apê Ebdo Şêxo, koçberê bi navê Necîb Şêxo got:" Çeteyên Semerqend kurê birayê wî ji beriya mehekê ve revand û gef li wî xwar ku heger ew red bike biçe Lîbyayê dê wê bikujin."

Necîb Şêxo wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi koçberkirina me bi darê zorê ji Efrînê sînordar neman, hewl didin hemû kesên di Efrînê de bikujin û wan bi çeteyan re ber bi Lîbyayê ve bişînin."

Necîb Şêxo binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê şermezar kir.

Necîb Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku kurê wan li vegerînin.

Tê zanîn bavê malbata Ebdo kor e û dayika wî temen mezin û 5 xwişkên wî hene.

ANHA

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.