Duhê êwarê wezareta tendirostiya Îraqê daxuyaniyek derbarê amarên rojane yên Koronayê de belav kir.
Li gor daxuyaniya han duhê li Îraqê bi giştî 76 welatiyên din bi Koronayê ketine û heta niha bi giştî li Îraqê 2 hezar û 679 kes bi Koronayê ketine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duhê sê kes jiber koronayê mirine û 41 kesên din jî ku bi Koronayê ketibûn baş bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin