Di nava 24 seatan de kes bi Koronayê neketiye

tenê 20 kes di bin çavdêriya nûjdarî de mane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di nava 24 seatên derbazbûyî de cerbandinên nûjdariyê li seraserê Kurdistanê bo nêzî hezar kesêndin hatine kirin.

Li gor daxuyaniya han encama tevahiya wan cerbandinan baş bûye û ti kesek di nava 24 seatên derbazbûyî de bi Koronayê neketiye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku niha li seraserê Kurdistanê bi tenê hezar û 233 welatî di qerentîneyê de mane û rewşa piraniya wan jî başe û hêdî hêdî ji Koronayê rizgar dibin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku li seraserê Kurdistanê ji destpêkê ve hate niha bi giştî 391 welatî bi Koronayê ketibûn ku ji wan 5 kes canê xwe ji dest dabûn û 366 kesên din jî baş bûne û niha tenê 20 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn di bin çavdêriya nûjdariyê dene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.