Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Ebdulrehman hac Elî

pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bûye
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî jiber koça dawî ya pêşmergeyên her du şoreşên Îlon û Gulanê peyameke sersaxî da ku ev jî tekesta vê ye;

Binavê xwedê mezin û dilovan

Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar û nîştiman perwer û pêşmerge û xebatgerê her du şoreşa Îlon û Gulanê Ebdulereman Hac Elî gehêşte me.

Xwedê jê razî di temamiya temenê xwe de bi awayekî dilosane xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdatî kir, xudan roleke berçav di şoreşa Îlon û Gulanê de hebûye, ji dest dana vî wendahiyeke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta birêz Ebdulrehman Hac Elî dikim û xwe bi hevparê xemê wan dizamin, daxwaz ji xedê mezin dikim rehmetî bi ceneta xwe şad bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.