Serokwezêr û wezîrê enerjî yê Amerîkayê bi rêya telefûnê axefîn

behsa sermayegozariya Amerîkî li Kurdistanê kirine
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette bi rêya telefûnê axefîn.

Di peyvendiya han ya telefûnî de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê û herwiha bihêztir û berfirtir kirina têkiliyên han hatiye kirin.

Herwiha behsa Koronayê ya li Kurdistan, Îraq û Amerîkayê jî hatiye kirin û Serokwezîrê Kurdistanê dilgiraniya xwe ji ber zêde bûna hijmara miriyan li Amerîkayê diyar kiriye û hevxemiya hikûmeta Kurdistanê bo gelê Amerîkayê diyar kiriye.

Di beşeke din ya peyvendiya han ya telefûnî de her du alî li ser giringiya zêdetir kirina sermayegozariya Amerîka li Kurdistanê hem fikir bûne.

Di beşeke din ya giftûgoya han ya telefûnî de behsa ava kirina hikûmeta Îraqê û ev mekanîzma han yaku Amerîka û cihan di çarçoveya vê de  hevkariya Îraq û Kurdistanê dikin hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.