Li gor nûçeyeke nêrîngeha mafên mirovan ya Hengaw îro şeme du kolberên din yên Kurd canê xwe ji dest dane.
Li gor raporta han, îro şeme çekdarên Îranê li nêzî bajarê Xoyê ya ser bi Parêzgeha Urmiyeyê gole li ser karwaneke Kolberên Kurd reşandine û di encam de Kolberek bi navê Loqman çargoşe canê xwe ji dest daye û du kolberên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve her îro şeme li sînorên zozanên Çomanê kolbereke din ber bûye û di encam de canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin