Di nava du rojan de kes bi Koronayê neketiye

niha tenê 25 kes di bin çavdêriya nûjdariyê dene
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiya hikûmeta Kurdistanê duhê bi şev daxuyaniyek derbarê Koronayê de belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 2 rojên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 1236 cerbandinên nûjdariyê hatine kirin û encamên tevahiya wan cerbandinan baş bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ji roja yekem heta niha li seraserê Kurdistanê bi giştî 391 kes bi Koronayê ketibûn, di nava wan de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 361 kes jî baş bûne û ji Koronayê rizgar bûne.

Niha tenê 25 kes di bin çavdêriya nûjdariyê de mane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.